Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rewşa Êzîdîyan li Efrînê Çawa Ye?


Jiber destdanîna Tirkîyê û komên îslamî yên tundrê yên ser Efrînê, êdî Êzîdîyên vê herêmê bi tirs û bin fişarê de dijîn. Ew bi fikar in ku tawanên DAIŞ'ê li Şengalê, li Efrînê jî dubare bibin,

Berpirsa Yekîtîya Jinên Êzîdî li Efrînê Gulê Cafer tirsa Şengaleke nû dîyar dike. “Komkujîya Şengalê li pêş çavê me bû, loma piştî êrîşa Tirkîyê û komên îslamî yên ser Efrînê, Êzîdîyan hesaba xwe dikir ku heman tişt li Efrînê dubare nebe”.

Gulê Cafer
Gulê Cafer

Cafer da zanîn ku pirtir ji 800 malbatên Êzîdî koçberî Herêma Şehba bûne, lê beşekî mezin jî hîn li Efrînê mane.

“Hin nikanîbûn birevin, hinek jî nexwestin ji Efrînê derkevin. Ew dibin armanca zêdegavîyên wek kuştin, revandin û destdanîna ser malan û nîşanên sor li ser dîwarên wan tên xêz kirin.”

Cafer banga alîkarî ji Kurdan û civaka navnetewî dike ku li hember rewşa Efrînê bê deng nemîne.

“Em ji cîhanê û gelê Kurd tevde dixwazin ku alîkarîya me bikin. Bila dengê me bigehînin her derê ku em vegerin ser axa xwe, cîhê ku bi hezaran salan me lê jîyan kiriye”.

Sûad Hiso, hevseroka Yekîtîya Êzîdîyan Ii Efrînê ji dibêje ku çimkî ew Êzîdî ne komên tundrê wan armanc dikin.

“Komên tundrê ola Îslamê li Êzîdîyan ferz dikin, camîyan li gundên wan ava dikin û mezargehên pîroz dirûxînin û binpê dikin. Zîyareta Parsa Xatûnê li Qestel Cindo, ya Qere Curnê anku Zîyareta Hogir û zîyareta Şêx Cinêd li gundê Feqîra û tirbên Êzîdîyan jî hilweşandine.”

Hiso bal dikşîne ku navenda Yekîtîya Êzîdîyan li bajarê Efrînê jî hatiye rûxandin.

Hêjayî gotinê ye ku li Herêma Efrînê 22 gundên Êzîdî hene. Êzîdîyan di çend salên borî de di bin sîya Rêvebirîya Xweser de bi azadî merasîmên xwe yên olî pêk tanîn û Yekîtîya Êzîdîyan karûbarê wan bi rêve dibirin.

Raporta Newroz Reşo
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:33 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG