Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

42 Êzîdî ji Destê DAIŞ Hatin Rizgar Kirin


Zarokên Êzîdî ku ji destê DAIŞê rizgar bûne
Zarokên Êzîdî ku ji destê DAIŞê rizgar bûne

Di van rojên dawî de 42 Êzîdî bi alîkarîya kesûkarên xwe ji milîtanên DAIŞ revîn û xwe gihand deverên tena

Di van rojên dawî de 42 Êzîdî, ku di destê di destê milîtanên Dewleta Îslamî (DAIŞ) de girtî bûn, bi alîkarîya kesûkarên xwe û xêrxwazan xwe gihand deverên tena û nav merivên xwe.

Hevdem, hin nûçe belav dibin ku jimareke jin û zarokên girtî yên Êzîdî ji alîyê DAIŞ ve, ji Telefer bo deverên nedîyar hatin veguhastin.

Di hevpeyvîneke ligel Dengê Amerîka de, Murad Berces got, wî bi alîkariya hinek nasên xwe li deverê dikarî wan 42 kesan rizgar bike.

Murad Berces Êzîdîyekî Şengalê ye û ew çend meh in kar dike ku kes û karên xwe rizgar bike.

42 Êzdî Ji Destê DAIŞ Rizgar Bun
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:56 0:00

XS
SM
MD
LG