Serokê Parlamentoya Tirkîyê Bînalî Yildirim dîyar kir ku divê Amerîka dev ji gefan berde.
Yildirim da zanîn ku "Tirkîye jî mîna Amerîka dewleteke hiqûqê ye" û divê bo biryarên hiqûqê rêzê bigire.
"Amerîka berî dijî Tirkîyê gefan bixwe, divê ji bîr neke ku li Tirkîyê hewila darbeyê pêk hatiye, û berpirsê wê Feto jî li Amerîka serbest, bê ku were asteng kirin, tê parastin" Yildirim got.
Tirkîye diyar dike ku berpirsê hewila darbeyê Fetullah Gulen e û ji Amerîka radestkirina wî dixwaze.
Jiber girtîbûna qeşeyê Amerîkî Andrew Brunson, girjîya di navbera Amerika û Tirkîyê de gur bûye.