Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Bînalî Yildirim: Gotinên PKK û HDP'ê bo Me Ne Girîng In


Berbijarê Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) yê Stenbolê nameya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan şirove kir.

Yildirim dîyar kir ku gotinên PKK’ê û Partîya Demokratîk ya Gel (HDP) bo wan ne girîng in.

‘’Li Stenbolê ji Dîyarbekir pirtir Kurd dijîn. Jiber wê ez wek berbijarekî ji hembajarîyên xwe yên Kurd dengan dixwazim’’ Yildirim got.

Wî da zanîn ku ewê bo 15 mîlyon Stenbolîyan heman xizmetê bike.

Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan bi nameyekê bang li HDP’ê kiribû ku bêteref bimîne.

Hêjayî bîrxistinê ye, di hilbijartina 31’ê Adarê de berbijarê Partîya Komarî ya Gel (CHP) Ekrem Îmamoglu bi ser ketibû û pisporên sîyasetê dîyar kiribûn ku HDP’ê di vê serketina de roleke girîng listiye.

XS
SM
MD
LG