Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Kongreya Çaran ya YNK'ê Bi Dawî Hat


Roja Çarşemê, roja dawî ya kongreya 4.an ya Yekêtî Niştîmanî Kurdisan YNK'ê bû, ku roja Şemiyê bi şêweke fermî li bajarê Silêmaniyê hatbû destpêkirin, piştî ku konferansên Komîte û Melbendan pêşwext hatbûn encam dan.

Roja dawiyê ya kongreyê Dr. Berhem Salih peyvek pêşkeş kir û got"Îro ji bo YNK'ê rojek dîrokî û rewşendare ku bi hewildanên endamên dilsoz şiyan bi şêweke serkeftî di rewşeke aloz û bizehmet de, kongreya xwe lidar bixin, û bi hezkirinek polayî li hember wan hemû asteniyan rawestin yên ku ketbûn di rê de."

Dr. Berhem Salih di beşekî din yê axiftina xwe de got"Pêwîste ligel aliyên din yên siyasî li Îraqê hevkar bîn ji bo ragirtina rewşa siyasî û ewlehiyê û bicî anîna pêdivî û daxwazên welatiyan û mafên wan yên destûrî".

Kongreya 4.an ya YNK'ê ji aliyê rêxistinî û serokatiyê de hin guherînên nû pêk anîn, bi taybet di aliyê serokatiyê de, kongreyê biryar da ku Encûmena Serokatî û Encûmena Giştî ya YNK'ê destnîşan bikin.

Encûmena Siaysî( Encûmena Danayan) ji aliyê kongreyê ve hat destnîşan kirin ku ji 9 kesan pêk tê û di Kosret Resûl Alî, dê serokatiya wê Encûmenê bike.

Di nava Encûmena Danayan de 8 endamên kevin yên Polîtbîroya YNK dibin endam di wê Encûmenê de ew jî "Mela Bextiyar, Hero Îbrahîm Ehmed, Caafar Şêx Mistefa, Hakim Qadir, Dîlêrê Seyd Mecîd, Arsalan Payîz, Omer Fetah û Adnan Muftî".

Herwiha Encûmena Serkirdayetîya Giştî ku ji 121 endaman pêk tê hat destnîşan kirin, di nava Encûmena giştî de 3 kes bi tezkîye hatin destnîşan kirin û 118 kes jî ji aliyê Kongreyê de hatin hilbijartin.

Pola Tallebanî, yek ji endamên hilbijartî yên Encûmena Giştî ye, got"Kongreya YNK'ê ji aliyê şefafiyet de û karê teknîkî de proseya rêvebirina kongreyê de tam serkeftî bû".

Di kongireyê de 2 kurên Şêx Cengî ku birayê Mam Celal e, Lahor û Aras Şêx Cengî weke endamên Serkirdayetîya Giştî hatin hilbijartin û di Encûmenê de cih digirin.

Wek tê zanîn piştî koça dawî ya Mam Celal Sekrterê Giştî yê YNK'ê û Serokomarê Îraqê yê berê, Yekêtî Niştîmanî Kurdistan rastî gelekl alozî û parçebûnê hatbû, heta ku Cîgirê duyê yê Sekreterê Giştî yê YNK'ê, Dr. Berhem Salih sala 2017an ji YNK cûdabû û tevgereke nû ya siyasî bi navê "Hevpeymaniya Niştîmanî bo Dadweriyê"damezrandbû û hejamrek kadiroyên YNK'ê bi xwe re birbûn.

XS
SM
MD
LG