Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Osman: Ger PDK Helwesta Xwe Bidomîne YNK di Hikûmetê de Cîh Nagire


Berdevikê Yekîtîya Niştîmanîya Kurdistanê (YNK) Latîf Şêx Osman dibêje ku sedema boykotkirina wan ya dengdana ser hilbijartina Nêçîrvan Barzanî ew w ku Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) sozên berê bi cîh neanîn.

Osman dîyar dike ku ger sedemên beşdarnebûna wan ya dengdana Sêşemê bidomin, ewê di hikûmeta Herêma Kurdistanê jî cîh negirin.

"Xuya ye PDK girîngê nade nêrînên me û dixwaze her tişt bi serê xwe bike. Ger ew heman helwestê berdewam bikin û hêza xwe li ser me ferz bikin, emê wê yekê qebûl nekin."

JM_5_29_2019_YNK
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:26 0:00

XS
SM
MD
LG