Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Wezîrê Berevanîya Amerîka Banga Parastina Sîvîlên Filîstînî Dike


 Lloyd Austin (Rastê) di civîna bi hevtayê xwe yê Îsraîlî Yoav Gallant (yê 2ê Çepê) re li Pentagon 26ê Adarê, 2024. (Photo yê Drew ANGERER / AFP).
Lloyd Austin (Rastê) di civîna bi hevtayê xwe yê Îsraîlî Yoav Gallant (yê 2ê Çepê) re li Pentagon 26ê Adarê, 2024. (Photo yê Drew ANGERER / AFP).

Wezîrê Berevanî yê Amerîka Lloyd Austin îro Sêşemê got ku di şerê Îsraîl û Hamasê de parastina sîvîlên Filîstînî mecbûrîyeteke exlaqî û stratejîk e.

Austin dîyar kir ku felaketa mirovî ya li Gaza ya dorpêçkirî roj bi roj xirabtir dibe.

Wî ew axaftin dema bi hevtayê xwe yê Îsraîlî Yoav Gallant re li Pentagonê dicivî kir.

Civîn li wê demê rast tê ku peywendîyên Serokê Amerîka Joe Biden û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ji şer vir ve di asta herî nizm de ne.

‘’Îro ro li Gaza hejmara hindayên sîvîl pir bilind e û alîkarîya mirovî pir hindik e. Li Gaza felaketeke mirovî heye û rewiş xirabtir dibe.’’

Austin ser girjîya li herêmê li gor demên borî bi zimanekî tundtir peyîvî.

Wî dîyar kir ku ewê bi Gallant re ser sivikkirina krîza mirovî ya li Gaza biaxife.

Netanyahu do Duşemê plana serdana şandeya Îsraîlî ya jibo Washingtonê betal kir.

Peywendîyên Netanyahu û Biden piştî Amerîka biryara Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî ya ser agirbesta li Gaza veto nekir, xirab bû.

Îsraîl dixwaze operasyonan bibe ser Refah ya li gor herêmên din ewletir, lê Amerîka jibo sîvîlên li wir li alternatîfan digere.

Austin dîyar kir ku ewê ser êrîşên dijî çekdarên Hamasê yên li Refahê li alternatîfan bigerin.

Amerîka û Îsraîl hevbendên nêz in lê planên ser Refahê cudabîrî çêkirin ku ger hêzên Îsraîlî êrîşan bibin ser wir hîn ne zelal e ku Amerîka wê alîkarîya leşkerî sînordar bike yan ne.

Austin dîyar kir ku Amerîka hevbenda nêz ya Îsraîlê ye û ewê rewiş neguhere.

XS
SM
MD
LG