Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê Giştî yê YPG Hemo: Gelê me li Pişt Me Ye


YPG Fighters
YPG Fighters
Di hevpeyvîna taybet ya Dengê Amerîka de Sîpan Hemo, Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastine Gel (YPG) agahîyên girîng li ser şerên berdewam dide û pêşketinên dawî dinirxîne.

Birêz Hemo dibêje ji du mehan pirtir e ku grubên çekdar yên radîkal êrîşî Kurdan dikin, lê bi xêra berxwedana YPG ew rê nedan wan grubana ku bostek axa Kurdistanê bistînin.

Sîpan Hemo dubare dike ku ew cîhadîyên ku şerê wan dikin alîkarî ji Tirkîyê distînin û ji alîyê w welatî ve derbazî Sûrîyê dibin,

Hemo bang li Kurdên Tirkîyê dike ku bi çavekî sîyasî li tekoşîna wan binêrin û desketinên wan hembêz bikin.

Ew dîyar dike ku heta niha nêzîkbûna Kurdên Tirkîyli ser bingeha alîkarîya mirovahîyê de bûye.

"Divê gelê me yê Bakur bi awayekî din nêzîkê doza me bûya. Biryara şerê dijî me li bajarê Entabê hate dayîn. Gelo çend xort tunebûn ku biçûna pêş wê derê û xwepêşandna bikarana", Hemo dipirse.

Hemo bang li Amerîka dike ku piûtgirêya wan bike jiber ku ew şerekî rewa li dijî grubên bi el Qayde re peywendîdar didin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:08:26 0:00
Direct link

please wait

No media source currently available

0:00 0:09:07 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG