Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevkê YPG'ê Xelîl: Em Hêza Tevahîya Rojava ne


Berdevkê YPG Rêdûr Xelîl
Berdevkê YPG Rêdûr Xelîl
Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di nav van rojên dawî de serkftinên gelek girîng li hember çekdarên tundrê dest xistin.

Di dawîya operasyona berfireh de gund û bajarokên girîng yên wek Til Helef, Mişrafa, Esfer Nacar kestin destê YPG'ê û gelek mîlîtanên el Nusra û Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Rêdûr Xelîl, Berdevkê YPGê agahîyên girîng li ser operasyona dawî û şerê wan yê dijî komên Cîhadî dide.

Birêz Xelîl dibêje, ew çeteyên hov gelek zordarî li ser gelê herêmê dikirin û mal û mulkên wan talan dikirin.

Xelîl bi berdewamî dibêje, ew grubên radîkal dixwast ku jîyana herêmê 1500 sal paşve bibin û dijminahî nav pêkhatîyên herêmê derxin.

"Pêkhatîyên herêmê ji salên dirêj vir ve di nav aramî û ahengîyê de dijîn. Jiber zulm û zordarîya wan çetena gel bêzar bibû û dema YPG ew dever rizgari kirin, hemî şabûna xwe dîyar kirin."

Xelîl dide zanîn ku YPG ne tenê hêza Kurdan e, lê hêza hemî pêkhatîyên Rojava ye jiber ku ew bê ferq û cudahî tevahîya herêmê ji êrîş û hovitîya komên çetê diparêzin.

please wait

No media source currently available

0:00 0:11:57 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG