Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polat Can: Me Cîhan Gelek Ser DAIŞ Hişyar Kiribû


Şervanekî YPG li Serêkanîyê
Şervanekî YPG li Serêkanîyê

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka de Berpirsê Giştî yê Ragihandina Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Polat Can rewşaheyê li Rojava dinirxîne.

Birêz Can dibêje, liv û tevgera Dewleta Îslamî ya Îraq û Şam (DAIŞ) li ser tixub heye û armanca wan ev e ku hêza xwe nîşan bidin.

“Niha DAIŞ giranîya xwe daye Başûr û Îraqê, lê em wek YPG hember êrîşeke wan her dem amade ne.”

Can dide zanîn ku jiber berxwedana wan ya li Rojava, DAIŞ vê dawîyê neçar maye ku berê xwe bi giranî bide Îraqê.

“Daxwaza DAIŞ ew bû ku ji Efrînê bigire heta Cezîrê, herêman Kurdan dagir bike, lê me rê neda wê yekê. Xencî çend deverên neftê, piranîya herêmên bin kontrola wan sehra ne.”

Can bal dikşîne ku wan pir caran bîragiştî ya cîhanê li ser metirsîya DAIŞ hişyar kirine, lê cîhan guh neda hişyarîyên wan.

“Piştî ku bajarê Musil ketê destê DAIŞ, dine pê hesîya ku ew koma terorîst çiqas xeter e. Eger ne li berxwedana me bûya çeteyên DAIŞ li her derê belav dibin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:09:11 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG