Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevkê YPG Rêdur Xelîl: Rizgarkirina Til Hemîs Gaveke Pir Stratejîk e


Kurd li Qamişli rizgarkirina Til Hemîs pîroz dikin

Di hevpeyvîneke taybet ya Dengê Amerîka de, Berdevkê YPG Rêdûr Xelîl agahîyên girîng li ser rizgarkirina bajarokê Til Hemîs û jimareke mijarên din dide.

Xelîl dibêje, rizgarkirina Til Hemîs bi piştgirîya hemî pêkhatîyên Kantona Cizîre, taybetî jî bi ya Ereban pêk hat.

"Gelek eşîrên Ereb di vê operasyona rizgarkirina Til Hemîs de cîh girtin jiber ku wan dît ku nema dikarin di bin zordarîya DAIŞ de bijîn."

Xelîl dide zanîn ku bi rizgarkirina Til Hemîs xeterîyên mezin li ser Şengal li Başûr û Qamişlo û bajarên din yên Rojava rabûn.

Xelîl dîyar dike ku firokên koalîsyonê jî bi awayekî aktîf piştgirî dane wan û armancên DAIŞ bomberan kirin.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:08:56 0:00

XS
SM
MD
LG