Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Şervan Derwîş: Her Pêngavek Mezin Em Bavêjin Hin Alî Teng Nêzîk Dibin


Shervan Darwish
Shervan Darwish

Li herêmên Kurdan li Sûriyê, jibo parastina rewşa ewlekariyê, hêzên parastina gel YPG û hêzên Sûriya demokratîk(HSD)ê di amadebaşiyek pêşwext de bûn, tedbîrên ewlekariyek baş hatbûn stendin.

Şeva Newrozê li Qamîşlî, Koban û Efrînê derbas bû, bê ku bûyerke weke Newroza sala par rû bide, ya ku, li bajarê Hesekê di dema şahiya Newrozê de peqîneke xwekujî pêkhat bû, bi dehan kes hatbun kûştin.

Jibo şopandina rewşa ewlekariyê li van herêman pişka Kurdî ya Dengê Amerîka hevpeyvinek li gel Şervan Derwîş, peyvdarê Hêzên Sûriya Demokratîk encam da.

Birêz Şervan dibêje, amadekariyên pêşwext hatbûn stendin, hîç bûyereke weha çênebû, Şervan dîsan dibêje "piştî ragihandina Fedraliyê dengên dijberî QSDê di Mediyayê zêdebûn, lê ji aliyê din, grupên çekdar zêdetir, tevlî (QSD) dibin".

Şervan herwiha dibêje, roj li per rojê grupên çekdar tên tevlî hêzên (HSD) dibin û amadekarî hene ku hemû ciyên giring yên weke Minbic, Cerablos û Reqqa, ji bin destên Daişê bên rizgarkirin.

Temamiya hevpeyvina bi peyvdarê HSD ê Şervan Derwîş re di fayla deng de ye.

Şervan Derwîş Peyvdarê HSDê li Kobanê
please wait

No media source currently available

0:00 0:04:52 0:00

XS
SM
MD
LG