Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Rojnamevan Şamî: Çalakîyên Dawî yên YPG’ê li Efrînê Nîşaneya Qonaxeke Nû Ye


Di çend rojên borî de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) çend çalakîyên bi bandor dijî navend û rêbendên Artêşa Tirk û komên çekdar yên girêdayî wê li Efrînê encam dan.

Di vê çarçovayê de şeva Yekşemê şervanên YPG êrîşî rêbenda Tirindê kirin, ku dergeha bajarê Efrînî ye û tenê kîlometrekê ji navenda bajêr dûr dikeve.

Rojnamevanê şer Ferhad Şamî, ku rewşa meydanî li herêmê ji nêzve dişopîne, agahîyîn balkêş dan:

“Rêbenda Tirindê ya koma bi navê El-Cebha El-Şamîyê bi temamî hate rûxandin, 10 çekdarên wan hatin kuştin. Herwiha teqwîya ku jibo destekdayînê dixwest xwe bighîne wir, kete xefka şervanên YPG’ê û li wir jî yek ji wan fermandar 5 çekdar hatin kuştin. Dîsa, li ser rêya Meryemîn erebeke çekdaran hate peqandin.”

Şamî herwiha bal kişande ser bîlançoya çalakîyên YPG’ê yên meha Tebaxa borî ku bi daxuyanîyekê ji bîra giştî re hatibû ragihandin.

Di bîlançoyê de hatiye ragihandin ku şervanên YPG’ê 18 çalakî pêk anîne û tê de 57 leşkerên Tirk û çekdarên opozîsyona Sûrî hatine kuştin û 40 jî birîndar bûne.

“Çalakîya herî bi bandor li gundê Biyîyê li Şêrewa bû ku tê de nêzî 20 çekdar hatin kuştin û 3 erebeyên wan hatin rûxandin. Ev çalakî pêşketineke nû ya şer e, ku şervanên YPG’ê êdî di asteke jor de dikarin derbazî xal û navendên çekdaran bibin,” Şamî dibêje.

Ew bal dikşîne ku tevî hemî teknîka pêşketî û çekên giran, çalakîyên dawî yên YPG’ê nîşaneya qonaxeke nû ya şer e.

“Ez pêşbînî dikim ku çalakîyên wiha hîn zêde bibin û asta wan dê bilindtir bibe. Di encama çalakîyên YPG’ê de, em dibînin ku hin komên çekdar dixwazin ji Efrînê vekişin û malbatên xwe ber bi cihên ewle ve bibin.”

Şamî dide zanîn ku roja Duşemê şer di navbera du koman de derket, çimkî hin xwest ji Efrînê vekişin û berê xwe bidin Cerablusê, lê koma din rê neda wan.

Şamî îdia dike ku binpêkirinên mafên mirovan yên artêşa Tirk û komên çekdar didomin û agahî li ser hin kiryarên komên çekdar yên dijî gelê Efrînê dide.

“Rojane sîvîl tên revandin û bi mîlyonan pere ji malbatên wan tên xwestin. Daristan û zevîyên gelê Efrînê tên şewitandin, dibistan veguherîne zindan yan navendên leşkerî, zimanê Tirkî li ser gel tê mecbur kirin.”

Şamî bal dikşîne ku çarenivîsa bi sedan girtîyên Efrînî ne dîyar e, ku ew ji alîyê komên çekdar ve hatine revandin û li zindanên bajarokên Ezaz, Raî û Cerablusê tên girtin.

Hêjayî bi bîr xistinê ye ku artêşa Tirk û komên çekdar, piştî şerê 58 rojan, di 18’ê Adara borî dest danîn ser herêma Efrînê.

Ji wê çaxê de, YPG’ê ragihandibû ku ewê dijî dagirkerên Efrînê şer bikin û çalakîyên xwe bidomînin ta ku Efrîn were rizgar kirin.

NR_09_04_2018
please wait

No media source currently available

0:00 0:05:39 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG