Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Dilxwaze YPG'yê Amerîkî Albert Avery Harrington li Nêzî Reqa Hat Kuştin


Yekîneyên Parastina Gel (YPG) îro Îno bi daxuyanîyeke nivîskî ragihad ku dilxwazekî wê yê Amerîkî di operasyona rizgarkirina Reqa de jîyana xwe hinda kiriye.

YPG dide zanîn ku nave dilxwazê cangorî, Albert Avery Harrington e û ew di 18’ê vê mehê de di êrîşeke DAIŞ'ê de birîndar bûye û di 25’ê mehê de jî jiber birînên xwe jîyana xwe ji dest daye.

Di daxuyanî de tê gotin ku Harrington di Adara 2015’an de beşdarê tekoşîna Rojava bûye û xencî YPG, di nav refên Meclisa Leşkerî ya Suryanî (MFS) de cîh girtiye û dijî DAIŞê şer kiriye.

Harrington di dema xwe ya Rojava de bi navên Çekdar Rojava û bi nave Suryanî Neshro Hiro hatite nasîn û di gelek enîyan de şer kiriye.

“Çekdar Rojava şervanekî mînakî bû ku bi zanebûn û tecrûbeya xwe ji hemî dilxwazên navnetewî re bibû mînak. Wek şehîdên din ku ji çar alîyên dinê hatine û xwîna xwe tevlî xwîna şoreşgerên li Rojava kirine, Albert ji bi hebûna xwe pirek di navbera gelên Amerîka û bakurê Sûrîyê ava kir.”

XS
SM
MD
LG