Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Amerîka Dibêje YPG di Têkbirin Û Tunekirina DAIŞ'ê de Hêzeke Pir Xurt E


Şervanên YPG'ê
Şervanên YPG'ê

Berdevkê Wezareta Karên Derve yê Amerîka Mark Toner da zanîn ku ewê piştgirîya jibo Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bidomînin.

Wezareta Karên Derve, piştî seroktîya Donald Trump do Çarşemê cara yekê preskonferans li dar xist.

Toner di preskonferansê de dîyar kir ku YPG di têkoşîna li dijî DAIŞ'ê de hêzeke pir bi bandor e.

''Li bakurê Sûrîyê, ji demeke dirêj ve di çarçoveya Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) de em piştgirîyê didin YPG'ê. Wek ku me berê jî çend caran got, YPG di têkbirin û tunekirina DAIŞ'ê de hêzeke pir xurt e.'' Toner got.

Toner bi berdewamî eşkere kir ku ji operasyona Reqa ya ku di 4'ê Mijdarê de destpê kir ve YPG'ê 6 hezar kîlometrekare qad, 100 gund ji DAIŞ'ê sitandine.

Tirkîye YPG'ê wek baskeke Partîya Karkerên Kurdistan (PKK) dibîne ku serokwezîrê wê Bînalî Yildirim gotibû ku li Sûrîyê bi rêxistinên terorî têkoşîna li dijî terorê nabe.

Toner dîyar kir ku ew taswasên Tirkîyê fehm dikin lê ew li dijî nêrîna ku YPG'ê wek beşeke PKK'ê dibîne derdikevin. Wî got ku PKK, jibo Amerîka jî hîn rêxistineke terorîst e.

XS
SM
MD
LG