Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

NBC: Hin Çekên Giran Giheştin Ber Destê YPG'ê


Konvoya YPG û hêzên Amerîkî li Dirbêsîyê, Nîsan 2017
Konvoya YPG û hêzên Amerîkî li Dirbêsîyê, Nîsan 2017

Kanala NBC ya Amerîkî îro Sêşemê ragihand ku hin çekên giran giheştine ber destê Yekîneyên Parastina Gel (YPG).

NBC ji zarê du karbidestên Pentagon’ê dîyar kir ku Amerîka di 24 demjimêrên dawî de çek dane YPG.

Karbidestên eşkere nekirin ku wan bi çi awayî çek gihandine Kurdan.

Serokê Amerîka Donald Trump, alîkarîya çekên giran bo YPG’ê di serê Gulanê de pejirandibû.

Tê zanîn ku di nav alîkarîya Amerîka de xencî çekên giran wesayîtên bi zirx û buldozer jî hene.

Ser biryara alîkarîyê Tirkîyê nerazîbûna xwe nîşan dabû, lê karbidestên Amerîkî dîyar kiribûn ku li erdê, li dijî DAIŞ’ê hêza herî xurt YPG ye.

XS
SM
MD
LG