Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Sîpan Hemo: Di Destê Me de Gelek Endamên DAIŞ'ê yên Bîyanî Hene


Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), Sîpan Hemo got ku di destê wan de gelek endamên DAIŞ'ê yên bîyanî hene, lê welatên wan naxwazin.

Hemo di telekonferansekê de got ku pirtir jî nîva çekdarên DAIŞ'ê ku di çer de hatine girtin, bîyanî ne ku ji cîhên wek Rûsya, Ewrupa, Çîn, Japonya û welatên Ereb hatine.

Li gor nûçeya AP, Hemo hejmara kesên girtî zelal nekir, lê wî bal kişand ku ew çekdarên girtî ji wan re barekî giran e.

Hemo dîyar kir ku ti welatên wan girtîyan naxwazin hemwelatîyên xwe wergirin û ew bi xwe jî nizanin siberoja wan kesan dê çawa be.

XS
SM
MD
LG