Rojane bajarê Qamişlo pêşwazîya termên cangorîyan dike. yên ku di operasyona Minbicê de jîyana xwe ji dest didin.
Cîgirê Wezîrê Karûbarê Şehîdan yê Kantona Cizîrê Mawend Xelo ji Dengê Amerîka re got ku “hejmara giştî ya şehîdên ku nasnameya wan bi ser bajarê Qamişlo ne, 25 şehîd in.”
Li gor hin serjimarên nefermî, hejmara şervanên QSD yên ku jîyana di operasyona Minbicê ji dest dane giheştîye nêzîkî 200 şervanan.
Dayika şervanekî ku li Minbicê jîyana xwe ji dest da, bi moralekî bilind ji Dengê Amarîka re got, “ew ne poşman in û emî ji rîya şehîdan venagerin.”
Şervanên YPG yên di operasyona Minbicê bêşdar in, di her taporek leşkerî de ew şervan bi merasîmên leşkerî hevalên xwe oxir dikin.
Operasyona Minbicê kete roja xwe 45’an de û merasîmên oxirkirinê yên şervanên di operasyonê de jîyana xwe ji dest didin, tê kirin.
Hin pispor bal dikşînin ku hejmara qurbanîyên HSD'ê jiber mayinên DAIŞ'ê zêdetir e û jiber ku DAIŞ sîvîlan wek mertal bi kar tîne, şervanên HSD'ê nikarin çekên giran bixebitînin.