Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YPG Îdia Dike ku Tirkîyê di Êrîşa Girêspî de Alîkarîya DAIŞê Kiriye


Di kongreke çapemenî de, Berdevkê YPG Rêdûr Xelîl hikûmeta Tirkîyê bi alîkarîya DAIŞê di êrîşa wê ya 27 mehê li herêma Girêspî de tawanbar dike.

Xelîl tekez dike ku DAIŞê di operasyona xwe de êrîş anî ser 30 xalên leşkerî yên YPG û 3 ji wan ji axa Tirkîyê, bi alîkarîya artêşa Tirk ve pêk hatin û armanca birîna rîya navbera Kobanê û Cizîr û kontrolkirina Girêspî bû.

"Armancên wan ji vê êrîşê bikaribin vê herêmê careke din dagîr bikin, navbera Kantona Cizîrê û Kobanê ji hevdû qut bikin, " Xelîl got.

Li gor YPG, êrîşên DAIŞê ji 2 alîyan pêk hatin: yek ji alîyê başûrê Girêspî û ya din ji milê bakûrê Girêspî ku YPG dibêje êrîşkaran ji axa Tirkîyê derbasî herêma Girêspî bûne.

"Gundê Nestel 35 km dûrî xeta şer e û ew yek tekez dike ku êrîş ji milê sînor ve pêk hatîye. Dîsa, birîndarên me ev yek piştrast kirin. 6 dîlên DAIŞê yên ketin destê şervanên me jî heman tiştî piştrast dikin," berdevkê YPG dîyar kir.

YPG: DAIŞ ji Axa Tirkîyê Êrîşî Me Dike
please wait

No media source currently available

0:00 0:03:17 0:00

XS
SM
MD
LG