Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandarê YPG Berxwedan: Em Hêvî Dikin ku Kobanê di Demeke Nêzîk de Rizgar Be


Di hevpeyvîna taybet ya Dengê Amerîka de Fermandarê YPG'ê li Kobanê, Mahmud Berxwedan li ser şerê li wî bajarî agahîyên girîng dide û sala borî dinirxîne.

Fermandarê YPG'ê dîyar dike ku wan di nav rojên dawî de gelek xalên stratejîk ji destê DAÎŞ rizgar kirine.

"Me Herêma Mekteba Reş û Hawuza Avê ji DAÎŞ paqij kir. Ew her du cîh pir stratejîk in jiber ku bajarê Kobanê dikin du beş. Kî van deverana kontrol dike hakîmîyata xwe li ser tevahîya bajêr xurt dike."

Berxwedan dide zanîn ku bi vîna xurt ya şervanên wan Kobanê wê di demeke nêzîk de rizgar be, lê ew hişyarî jî dide ku DAÎŞ bi hêsanî dest ji Kobanê bernade.

"Divê gelê me bizane ku DAÎŞ jî heta dawîyê şerê xwe bidomîne û bi qolayî Kobanê bernade. Ne wiha ye ku DAÎŞ direve û em jî ketine dû wan. Her derê ku em rizgar dikin, em wan dikujin û sîlahên wan distinin."

Mahmud_Berxwedan_1_1_15_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:15:19 0:00

XS
SM
MD
LG