Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandara YPG'ê Sozdar Dêrîk Azadkirina Mebruka Dinirxîne


Sozdar Dêrîk û şervanên YPGê li ser Çîyayê Kizwan xuya dibin

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bajarokê Mebruka piştî şerên dijwar ku çend rojan domand, ji destê Dewleta Îslamî (DAIŞ) azad kir.

Bajarokê Mebruka ya stratejîk li başûrê rojavayê Serêkanî ye, yek jî navendên girîng ya DAIŞ’ê bû ku li nêzîkî sînorê Raqqa ye.

Me di hevpeyvîneke taybet de, operasyona rizgarkirina Mebruka û girîngîya wî bajarokî û herwiha stratejîya demên pêş ya YPG’ê, ligel endama Fermandarîya Giştî Sozdar Dêrîk peyîvîn.

Birêz Dêrîk dibêje, Mebruka cîhekî pir stratejîk e, jiber ku herêmên Kurdan bi deverên Ereban re girê dide û li ser rêyên girîng yên navbera Hesekê, Serêkanîyê û Girêspî û Reqqe ya bin kontrola DAIŞ’ê ye.

“Rizgarkirina Mebruka, Çîyayê Kizwan û xeta Xaburê ji gelê Kurd û tevahîya cîhanê re pîroz be. Heta ku axa Rojavayê Kurdistanê bin dagirkirinê be, emê şerê terorîstên DAIŞ’ê bikin.”

Dêrîk dîyar dike ku ew wek YPG ne tenê artêşa gelê Kurd in, lê herwiha hêza Ereb, Suryanî û Asurîyan û hemî kesîên demokrasîxwaz in.

Fermandara Kurd balê dikşne ser êrîşên esmanî yên koalîsyona bi rêbertîya Amerîka û dibêje, wan jî roleke girîng di wan operastonên dawî de lîstine û ew cîhê pesnê ye.

please wait
Embed

No media source currently available

0:00 0:10:06 0:00

XS
SM
MD
LG