Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YPG: Ger Herêma Ewle Çêbe Divê di Bin Kontrola NY'ê de Be


Fermandarê Giştî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Sîpan Hemo ji ajansa Reutersê re da zanîn ku ger li bakurê rojhilata Sûrîyê herêma ewle çêbe divê di bin çavdêrîya Neteweyên Yekbûyî (NY) de be.

Karbidestên Hêzên Sûrîya Demokratîk (HSD) jî, ku YPG pêşengîya wê dike, dîyar dikin ku bi şertê ku li derveyî herêmê bisekine ew bi awayekî erênî li herêma ewle dinêrin.

Çêkirina herêma ewle, piştî ragihandina vekişandina hêzên Amerîka yên li Sûrîyê, di navbera Serokê Amerîka Donald Trump û Serokomarê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan de hatibû axaftin.

Wezîrê Derve yê Tirkîyê Mevlut Çavuşoglu dîyar kiribû ku ew danûstandinên bi Amerîka re didomînin, lê derbarê herêma ewle hîn tiştek zelal nebûye.

Hemo di axaftina xwe de da zanîn ku ew dixwazin ku bi Tirkîyê re peywendîyên baş çêkin, lê dewleta Tirk naxwze.

Wî bi berdewamî dîyar kir ku ger Tirkîyê êrîşî herêma wan bike, ewê jî bersîvê bidin.

XS
SM
MD
LG