Ajansa Reuters ji zarê Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan (SOHR) ragihand ku şervanên YPG îro li nêzîkî kargeheke neftê li Şedadî ya Hesekê, bi çekdarên DAIŞ'ê re ketin pevçûnan.
Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan got ku di derheqa kuştîyên her du alîyan de agahî gişhetine wê, lê rêxistina çavdêr ti hurgilî li ser hejmaran nedan.
SOHR her wiha ragihand ku di êrîşên esmanî yên koalîsyona bi pêşengîya Amerîka de, do paşnîvro kurekî 13 salî li nêzî gundê Hedadiyah ya Şedadî hate kuştin.