Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Mijara Bernama Taybet ya Hello Washington YPG Bû


Di bernama Hello Washinton a Dengê Amerîka de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi berfirehî hate gotûbêj kirin.

Berpirsê Giştî yê Ragihandina YPG Polat Can tev li vê bernameya taybet bû û bersîva pirsên Dengê Amerîka û rojnamevanên Kurd dan.

Birêz Can ser rewşa heyî ya pevçûnên navbera YPG û grubên tundrê, peywendîya YPG bi Cebhet el Ekrad û grubên din yên nav Artêşa Azad nirxandinên xwe pêşkêş kirin.

Polat herwiha agahîyên girîng li ser hejmara şervanên YPG û yên YPJ dan û nêzîkbûna pêkhatîyên etnîkî li hember TPG jî şîrove kir.

Di bernameyê de rojnemavanên Kurd Dawud Çîçek, Xecîan Farqîn, Elînda Ahmed, Kemal Çomanî,
Meksîm Îsa û Serdar Derwîş jî bi pirs û şîroveyên xwe bernamê dewlemend kir.

Kerem kin bi lînka jêrîn guhdarîya vê programê bikin:


please wait

No media source currently available

0:00 0:38:47 0:00
Direct link

Herwiha, jibo temaşekirina bernamê kerema xwe linîka binî bixebitînin:
XS
SM
MD
LG