Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polat Can: Hêzên Hevbeş yên Kurdan Bi Hevre Şerî DAÎŞ Dikin


Yezidi Resistance Force
Yezidi Resistance Force

Di hevpeyvîneke taybet de Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Polat Can agahîyên girîng li ser rewşa Şengalê dide.

Birêz Can dibêje, hemî hewlên wan jibo rizgarkirina Şengalê ye û ew berxwedana xwe didomînin.

"Heta niha me 100 hezar gelê me yê Êzîdî rizgar kirine û birine Rojava. Hinek ji wan li Rojava ne û hinekên din jî giheştin Başûr. "

Can dîyar dike ku ji şeva borî vir ve YPG, Hêzên Berxwedana Şengalê, gerîllayên Hêzên Parastina Gel (HPG) û Pêşmergeyê Partîya Demokrata Kurdistanê (PDK) operasyoneke hevbeş dikin.

"Hêzên hevbeş yên Kurd bi hevre li gelek deveran dijî DAÎŞ şer dikin û berxwedana xwe berdewam dikin."

Can dibêje, xetera ser Kurdan mezin e û divê Kurd dengê xwe bikin yek.

"Dema li Rojava êrîş hebûn, hinekan em tenê hêtin. Wan kesana digot, şer tune, her tişt senaryo ye. Lê, dîyar bû ku DAÎŞ jibo hemî Kurdan gefeke mezin e."

Can bang li xortên Rojava dike ku li şûna ku li Hewlêr û cîhên din rûnin, bila çekan rakin û tev li berxwedanê bibin.

"Pir caran dihate gotin ku li Başûr bi hezaran çekdarên Kurdên Rojava hene. Bila ew kesana niha rabin û çekan rakin jiber ku dem dema berxwedanê ye."

Polat_Can_8_7_14_RR

Polat_Can_8_7_14_RR
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:43 0:00
Direct link

XS
SM
MD
LG