Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Polat Can: Peywendîyên Me ligel Amerîka û Hêzên Cîhanê Baş in


Nûnerên Amerîkî li Şengalê ligel fermandarên YPG û nûnerên Êzîdî dipeyîvin

Di hevpeyvîneke taybet de Berdevkê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Polat Can agahîyên girîng li ser rewşa Şengalê dide.

Birêz Can dide zanîn ku heta niha pirtir jî 100 hezar Kurdên Êzîdî ji korîdora ku YPG vekirîye xwe gihandine Rojava.

"Hinek ji gelê me yê Êzîdî li Rojava, li Kampa Newroz dimînin. Hinekên din jî li bajarên wek Qamişlo, Tirbêspî û Amûde li ba gelê me dimînin."

Can îdîayên hin medya Kurdî bu tundî red dike ku di navbera YPG û Amerîkîyan de problem derketine.

"Dema heyeta Amerîkî hat, me parastina wan kir û ji wan re bûn alîkar ku rewşa ser erdê binirxînin. Kesên ku wan îdîayan derdixin ji îtîbara YPG ya qada navnetewî û hezkirina gelê Başûr ya jibo YPG eciz in."

please wait

No media source currently available

0:00 0:15:19 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG