Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

2 Dilxwazên YPG'ê yên Amerîkî li Reqa Jîyana Xwe ji Dest Dan


Robert Grodt & Nicholas Warden
Robert Grodt & Nicholas Warden

Yekîneyên Parastina Gel (YPG) îro Sêşemê ragihand ku 3 şervanên wê yên dilxwaz yên bîyanî di operasyona rizgakirina Reqa de jîyana xwe ji dest dane.

Daxuyanîya YPG’ê dide zanîn ku Robert Grodt (Demhat Goldman) yê Amerîkî ku li Kalîfornîya hate dinê, di 6’ê Tîrmehê de li Reqa jîyana xwe ji dest daye.

Dilxwazê din yê Amerîkî Nicholas Warden (Rodî Deysie) yê ji eyaleta Georgia jî her di heman rojê de, li Reqa jîyana xwe hinda kiriye.

YPG bi berdewamî dîyar dike ku dilxwazê Îngîlîz Luke Rutter (Soro Zinar) ji di 6’ê Tîrmehê de li Reqa jîyana xwe ji dest daye.

Daxuyanîya YPG’ê herwiha dide zanîn ku 4 şervanên din jî her di operasyona rizgarkirina Reqa ji destê DAIŞ’ê de jîyana xwe fêda kirine.

XS
SM
MD
LG