YPG bi daxuyanîyekê ragihand ku rêberekî DAIŞ’ê, ku êrîşa hêzdar ya 27’ê Tîrmeha 2016’ê li Qamişlo plan kiribû, di operasyoneke taybet de li Dêrezorê hate kuştin.
YPG dide zanîn ku ji hêzên wê yên antî-terorê, piştî şopandin û civandina îstixbarata derheqa wî bi mehan, plankarê êrîşa Qamişlo, Hisên Ayîd El Bilêbil Ebû El Welîd kuşt.
“Wek plandanêrê êrîşên terorîstî li herêma Cizîrê, ew jî hucreyên razayî yên DAIŞ’ê yên li herêmê berpirs bû û di peqîna Qamişlo de ku wî plan kiribû gelek sîvîl hatibûn kuştin,” YPG bi berdewamî got.
Welîd berê di nav Enîya Nusra de bû û di sala 2013’an de tev li DAIŞê bûbû. Piştî ku YPG deverên mayîn yên bin kontrola DAIŞ’ê li Cizirê azad kiribû, ew jî wek fermandarekî bilind çûbû Reqa.