Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YPG bi Daxuyanîyekê Bersîva Rexneyên HRW Dide


Şandeya HRW ligel Berdevkê YPG Rêdûr Xelîl xuya dibe

Piştî raporta Çavdêrîya Mafên Mirovan (Human Rights Watch /HRW) di 15’ê Tîrmehê de Yekîneyên Parastina Gel (YPG) rexne kir ku leşkerên zarok bi kar tîne, HRW bersîva YPG ligel bîragiştî parve kir.

YPG dibêje, ew rêzeke mezin didin raporta Çavdêrîya Mafên Mirovan û hewlên wan yên parastina qanûnên mirovahî û cîhanîna wan qanûnan di civaka navnetewî de. Ew herwiha hêja dibînin ku HRW pêgîr e ku YPG wan qanûnên mirovahî cîh bîne.”

Bersîva YPG bi berdewamî dibêje, ew soz didin ku bûyerên ku di raportê te hatine gotin, bişopînin.

“Ew bûyerên ku hatine behs kirin, sîyaseta me ya giştî nîşan nade. Em tekane hêza li Sûrîyê ne ku ji rêxistinên mirovî û hiqûqî re vekirîye û bi awayekî vekirî bi wan re hevkarî dike. Peymana di navbera hêzên me û Banga Cenevre de hatiye imza kirin, mînaka wê ye. Em piştrast dikin ku emê li gorî peymanên me îmze kiriye, tev bigirin û tevî zehmetîyên pêşîya me û şerê bi komên çete yên DAIŞ a herî xeter, care de jî em bi rêzdarî nêzî qanûnan dibin.”

Bersîva YPG her wiha balê dikşîne ser êrîşên berdewam yên DAIŞê yên ser Kurdan û astengîyên ku ew êrîş derdixin holê.

“Divê êrîşên hovane yên rêxistina DAIŞ’ê ya terorîst, ku bê cihêkirina armancan jin, zarok, kal û pîran dikuje, bi başî werin dîtin. Ew rêxistina terorîst rêz li ti mafan û qanûnan nagire û şerekî gemar li hember gelê me, axa me û rûmeta me dimeşîne.”

YPG bang li civata navnetewî dike ku di tekoşîna wê ya cîhanîna prensîbên demokrasî û azadî de, piştgirî bide û alîkarîya wê bike.

XS
SM
MD
LG