Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Xebata Arian Mistefa Fermandara YPJ'ê Ya li Dij DAIŞ'ê Dibe Belgefîlim


Arian Mistefa Fermandara YPJ
Arian Mistefa Fermandara YPJ

Yekîneyên Parastina Jinê YPJ'e ku, tevî YPG'ê Yekîneyên Parastina Gel li Sûriyê, bi taybet li Bakur û Rojhilatê wî welatî li dij çekdarên Dewleta Îslamê li Îraq û Şamê "DAIŞ"ê ketin di şerên dijwar de.

Şervanên YPG û YPJ'ê ku paşî di nava Hêzên Sûriya Demokrat HSD'ê de ci girtin li dij DAIŞê cengîne, şerên herî dijwar ji sala 2013 destpêkirin û heta niha tên berdewam kirin.

Arian Mistefa Fermandara YPJ ligel hejmarek hevalan
Arian Mistefa Fermandara YPJ ligel hejmarek hevalan

Di şerên li dij DAIŞ'ê de, jinên şervan yên ku endamên YPJ'ê ne û piraniya wan ji keçên xûrt yên Kurd pêk tê, bûn çavkanî û madeyê Mediya û belgefilêm cîhanî, û ketin di rojeva cîhanê de.

Yek ji wan şervanên YPJê yên ku bûne hêvênê belgefilman "Jin, Şer û Azadî"yê ku ji aliyê dîrektorê filîmê Alba – Berbang e ve hatibû kişandin.

Di dema şerên rizgarkirina bajarên weke Kobanê û Girê Spî de, belgefîlim hatiye kişandin ku, di wê demê de, Arian Mistefa yek ji fermandarên YPJ'ê bû yên ku li hember DAIŞ'ê liber xwe didan û dixwestin DAIŞ'ê li wan herêman nehêlin.

Fermandar Arian, di wan şeran de giran birîndar dibe, ji aliyê çekdar û segvanên DAIŞ de ew li gelek ciyan tê birîndar kirin.

Arian Mistefa Fermandara YPJ ligel hejmarek hevalan
Arian Mistefa Fermandara YPJ ligel hejmarek hevalan

Arian Mistefa ji bajarê Helebê dibêje, dema kişandina filîm operasyona wan ya li dij DAIŞ'ê bo rizgarkirina Girê Spî destpêkir bû, piştî ku DAIŞ'ê gelek xerabî kir bûn, wêrankarî encam dabûn her der bi rengê reş pêça bû, me dixwest rê li ber wan xerabkariyên DAIŞ bigrîn û wan li herêmê nehêlîn.

Fermandar Arian dibêje, girtina Girê Spî jibo YPG û YPJ'ê girngiyek xwe ya stratejî hebû, hem me di xwest rê li hember tevger û hatin û çûna DAIŞ'ê bigrîn hem jî herdu herêmên Kobanê û Cezîrê bigehînin hev.

Arian di hevpeyvînê de, balê dikişîne ser gelek xalên giring yên xebata YPJ'ê û metirsiya DAIŞ'ê ya li dij hemû cîhan û mirovatiyê.

Fermandara YPJ Arian Mistefa
please wait

No media source currently available

0:00 0:10:29 0:00

XS
SM
MD
LG