Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YPJ`ê Jinek DAIŞê Ya Amerîkî Radestî FBI Dike


Malbata Amerîkî ya di nava DAIŞê de, ji aliyê YPJ'ê ve, radestî FBI hatiye kirin.

Roja Pêncşemê Nivîsgeha Têkilîyên Giştî ya YPJ ragihand ku, di 23'ê Tîrmeha 2018an de, li ser daxwaza FBI û li gorî daxwaza welatiyên Amerîkî ofîsa têkîliyên giştî yên YPJ li bajarê Qamişlo malbateke Amerîkî ku tevlî rêxistina terorîst DAÎŞ bûbû radestî FBI kir.

Malbata Amerîkî ya di nava DAIŞ'ê ji dayikeke bi navê Samantha Sally û 4 zarokên wê pêk tê, nave zarokan wehane : İsmail, Meryem, Mathio û Sara.

Endama ofîsa Têkilîyên Giştî yên YPJ Nûjîyan Mihemed di daxûyaniyek taybet de bo Dengê Amarîka got ku di encama têkîlîya navbera YPJ û FBI de , şandeyek fermî ya FBI di 23 tîrmehê de hat rojava bo vê mebestê û Samantha Sally tevî zarokên xwe rasdestî FBI hatin kirin .

Li alîyekî din , hat naskirin ku berîya niha hin malbatên Daişê yên welatîyên Rûsîya , û her wiha hin malabtên DAIŞ'ê yên Endindosî ewjî hatin radestkirin ji bo hikûmetên welatên wan.

Hêjayî gotinê ye ku, Samantha Sally ya 32 salî bi hevjînê xwe re Mûsa Îhsanî re, derbasî sûriyê bûbû bi mebesta tevlîbûna nav DAIŞê, lê hevjînê Samantha di êrîşeke balfirê de hate kuştin, di şerê Reqayê de Samanhta Sally ser Destê Hêzên Sûrya Demokrat HSD hat girtin û 4 zarokên wê jî bi wê re bûn.

please wait

No media source currently available

0:00 0:02:10 0:00

XS
SM
MD
LG