Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Fermandara YPJ Meryem Kobanî: Rêyên Girîng ku Digehin Kobanê Destê Me de ne


Şervanên YPG

Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Meryem Kobanî di vê hevpeyvîna taybet de agahîyên girîng ji enîya şer dide.

Birêz Kobanî dibêje, hêzên wan bi taktîka gerîlla êrîşî Dewleta Îslamî dikin û wan rêyên girîng ku digehin Kobanê xistin bin kontrola xwe.

"Ji niha pê ve li her derê ku piştgirî ji çeteyan re were, ewê şervanên YPJ û YPG li hember xwe bibînin û emê her der ji wan re bikin mezar."

Kobanî dibêje, tevî ku hêzên wan li Keşê Muştenur hebin jî ew gir bi tevahî ne di destê wan de ye.

"Em hêvî dikin ku demeke nêzîk de emê Nuştenur ji çeteyan paqij bikin, loma jî em berxwedana xwe didomînin."

Fermandara YPJ dîyar dike ku ew ne tenê jibo jinên Kurd, lê jibo tevahîya jinên cîhanê şer dike.

"Dema tilîya xwe datinîm ser tetika sîlaha xwe, ne tenê jibo azadîya xwe lê jibo azadîya hemî jinan dikim."

please wait

No media source currently available

0:00 0:07:20 0:00

XS
SM
MD
LG