Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Berdevka YPJ'ê Nesrîn Abdulla: Divê Koalîsyon Erka Xwe Cîh Bîne


Berdevka Yekîneyên Parastina jin (YPJ) Nesrîn Abdulla di hevpeyvîna me de êrîşên Tirkîyê bi tundî şermezar dike û dîyar dike ku 12 endamên wan di wan êrîşan de jîyana xwe ji dest dane.

Abdulla îdia dike ku armanca êrîşên Tirkîyê alîkarîya DAIŞê ye jiber ku ew rêxistina tundrê di enîya şer de, li hember wan gelek tengav bûye.

Ew bang li koalîsyona navnetewî dike ku li hember êrîşan bê deng nemînin û helwesta xwe nîşan bide.

"Divê Amerîka û koalîsyonê erka xwe bi cîh bînin û hember dagirkerîya Tirkan dengê xwe derxin. Eger ne em nikarin operasyona Reqa bidomînin jiber ku parastina gelê me ji me re girîngtir e."

Nesrîn_Abdulla_4_26_17
please wait

No media source currently available

0:00 0:09:38 0:00

XS
SM
MD
LG