Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YRA: Raporta 'Rojnamevanên Bê Sînor' Yek Alî ye


Rêxistina 'Rojnamevanên Bê Sînor' (RSF) do Pêncşemê raporteke ser azadîya ragihandinê li Rojava weşand.

RSF di raporta bi navê "How Kurdistan’s PYD Keeps Media and News Providers in Line” de RSF bang li PYD dike ku azadîyên bingehîn biparêze û rêze li azadîya wergirtina nûçeyan bigire.

Rêxistin PYD'ê rexne dike ku bi rêya Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) karê rojnamevanan sînor dike û mafê wan binpê dike.

RSF îdîa dike ku PYD û piştevanên wê, nûçevanên dijber digirin û direvînin da ku wan bêdeng bikin û çavê nûçegîhanên din bitirsînin.

Di hevpeyvîna Dengê Amerîka Mesud Mihemed, endamê Desteya Rêvebir ya YRA wê raportê dinirxîne û nêrînên rêxistina xwe ligel guhdarên me parve dike.

Birêz Mihemed rexneyên tûj li RSF tîne ku cîh nedaye nêrînan wan û bi yek alî ew raport hazir kiriye.

“Cîhê mixabinê ye ku rêxistina navnetewî ya wek 'Rojnamevanên Bê Sînor' hewce nabîne ku nerînên me bipirse û tenê li ser gotina hin kesan ew raport amade kirye.”

Mihemed îdia dike ku RSF ew raport bi mebesteke sîyasî amade kiriye û armanca wê reşkirin e.

“Em pênasînê dikin ku di hin waran de kêmahîya me heye, lê RSF qet cîh nedaye tiştên baş. Herwiha li Kobanê rojnamevan ji alîyê DAIŞ ve, li Helebê jî ji alîyê rejêm ve hatine birîndar kirin, lê qala wan qet nayê kirin.”

please wait

No media source currently available

0:00 0:09:41 0:00
Direct link
XS
SM
MD
LG