Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YRP Dibêje Têkçûna AKP'ê Ne jiber Partîya Wan E


Şandeyeke Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) jibo pîrozkirina Cejna Remezanê serdana Partîya Jinûve Refahê (YRP) kir.

Di serdanê de karbidestên payabilind yên her du partîyên ser encamên hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê jî axifîn.

Cîgirê Serokê YRP’ê Mehmet Fatîh Ugurlu got ku ew kêfxweş in ku AKP jiber partîya wan ti bajar hinda nekiriye.

‘’Gelek rojnamevanên alîgirîya AKP’ê dikin gotin ku AKP li ti cîhî jiber YRP’ê têk neçûye. Em bi kêfxweş bûn.’’

YRP, ku bi sekna xwe ya konservatîf tê nas kirin, li gor encamên ne fermî li Yozgat û Ruha yên berê di destê AKP’ê de bûn bi ser ket û li dû Partîya Gel ya Komarî (CHP) û AKP bû partîya sêyan.

Berbijarê Bajarvanîyê Stenbolê yê YRP’ê Mehmet Altinoz ser encamên hilbijartinên 31’ê Adarê gotibû ku divê hilbijartinên pêşdem çêbin.

Parlamantera AKP’ê ya Enqerê Zeynep Kiliç li ser pirseke derbarê hilbijartinên pêşdem got ku hilbijêran sala borî di hilbijartinên giştî de jibo 5 salan desthilat daye wan.

Kiliç bi bîr xist ku Serokê Tirkîyê Recep Tayyîp Erdogan jî gotiye ku ewê hilbijartina pêşdem çênebe.

CHP di hilbijartinên herêmî de 37,77 ji sedê dengan sitand û AKP ya bi 35,49 ji sedê dengan li dû xwe hişt.

Erdogan do Çarşemê bang li alîgirên AKP’ê kir ku reşbîn nebin û dîyar kir kir ku ew di pirtir ji 20 salan de 17 caran bi ser ketine.

Jêder: ANKA

XS
SM
MD
LG