Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YSK Dibêje Hilbijartina Seroktîya Tirkîyê Diçe Gera Duyê


Serokê Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê ya Tirkîyê Ahmet Yener ragihand ku hilbijartina seroktîyê wê here gera duduyan ku ew jê di 28’ê Gulanê de were kirin.

“Di demjimêr 15:15 de % 100 sindoqan hatine vekirin. Rêjeya beşdarbûnê % 88.92 ye û li dervayê welêt jî ew rêje % 52.69 e. Niha 35,874 dengên derve mane ku li benda tomarkirjna sîstemê ne.”

Yener da zanîn ku li gor encamên dawî yên nefermî Recep Tayyîp Erdogan % 49.51 û Kemal Kiliçdaroglu % 44.88 û Sînan Ogan % 5.17 û Muharrem Înce jî % 0.44 deng girtine.

“Li gor xala 4an ya qanûna 6271 ya hilbijartinê ti berbijar nikarî dengên pêdivê bigirta loma gera duduyan ya hilbijartinê wê di 28’ê Gulanê de were kirin.”

XS
SM
MD
LG