Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê ya Tirkîyê Dibêje Ew jibo 14'ê Gulanê Hazir In


Serokê Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ya Tirkîyê Ahmet Yener ser hilbijartinên parlamenter û serokomarî yên 14’ê Gulanê axifî.

Yener dîyar kir ku hilbijartinên 14’ê Gulanê jibo dîroka demokrasîya welêt qonaxeke girîng e û got ku hejmara partîyên dikevin hilbijartinê jî hejmara herî bilind ya tarîxa dewletê ye.

‘’Emê encamên ne teqezbûyî yên hilbijartinê, wek me di hilbijartinên borî de jî kirî, înşelah di heman rojê de ragihînin.’’

Wî dîyar kir ku li herêma erdhejê bi qasî qeyda 8,9 mîlyon hilbêjêran heye û got ku li hewşên dibistanên zarar dîtîne konteyner hatine danîn û afatzedeyên neçûne bajerekî din dê dengên xwe li wwan cîhan bidin.

Serokê YSK’ê dîyar kir ku wan jibo qutbûna enerjî û êrîşên înternetî jî hemî tedbîr gerandine û got ku ew bi her awayî jibo hilbijartinê hazir in.

Çavdêrên serbixwe dibêjin ku hilbijartinên 14’ê Gulanê yek ji hilbijartinên herî girîng yên dîroka Tirkîyê ne.

Bi vekişîna Muharrem Înce re jibo berbijarîya serokomarîyê Kemal Kiliçdaroglu, Sînan Ogan û Recep Tayyîp Erdogan man.

Piranîya anketan raber dikin ku li hember desthilata Erdogan, berbijarê herî xurt Kiliçdaroglu ye.

Jêder: YSK, VOA

XS
SM
MD
LG