Dengdana jibo gera duyê ya hilbijartinên serokomarîyê yên Tirkîyê li nûnertîyên li derveyî welêt bi dawî bû.
Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ragihand ku li nûnertîyên derve û li gumrukan 1,895,430 kes deng dane.
Bi vê hejmarê re dengdana li derveyî welêt ji ya gera yekê dibore.
Dengdana li gumrukan dê heta saet 17:00 ya 28’ê Gulanê bidome.
Dengên li derveyî welêt dê ji Enqerê re werin şandin û di 28’ê Gulanê de werin hejmartin.
Di hilbijartinên 14'ê Gulanê de, li nûnertîyan 1,691,287 kesan û li derîyên gumrukê 148,183 kesan deng dabûn.
Di dengdana gera duyê de yek berbijarê Hevpeymanîya Gel Recep, Tayyîp Erdogan û yek jî berbijarê Hevpeymanîya Netew, Kemal Kiliçdaroglu du berbijar hene.
Jêder: YSK