Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YSK Dibêje li Şûna HDP'ê, Nûnerên MHP'ê Wê di Komîsyona Hilbijartinê ya Dervayê Tirkîyê de Hebin


Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê ya Tirkîyê (YSK) îro Duşemê biryar da ku HDP’ê, ku biryara tevlenebûna hilbijartinê dabû, nikare di komîsyona sindoqan de cîh bigire.

Partîya Tevgera Neteweperwer (MHP) serî li YSK’ê dabû ku divê HDP’ê di di komîsyona sindoqan de cîh negire jiber ku ewê ji lîsteyên Partîya Çep a Kesk bikeve hilbijartinê.

MHP’ê dîyar kir ku bi beşdarnebûna HDP’ê ya hilbijartinê, divê ew partî nikaribe di hilbijartinên 14'ê Gulanê de beşdarî komîteyên sindoqan bibe.

YSK'ê serlêdana MHP'ê qebûl kir û biryar da ku HDP'ê nikare beşdarî komîteyên sindoqan bibe jiber ku ew bi navê we nakeve hilbijartinê.

Li gor Qanûna Partîyên Sîyasî ya Tirkîyê nûnerên 5 partîyên sîyasî yên ku herî zêde deng wergirtine, dikarin beşdarî komîteyên sindoqan bibin. Li her deverekê hilbijrtinê 5 kesên ji pênc partîyên ku dengên herî pir sitandine, di komîsyona sindoqan têne dîyar kirin.

Lê, YSK hilbijartina derveyê Tirkîyê wek yek devera hilbijartinê qebûl dike û sê partîyên ku di rêzên herî bilind de cîg girtine, dikarin beşdarî komîteyên sindoqên li derveyî welat bibin.

Jiber ku AK Partî, CHP û HDP di Hilbijartina Giştî ya 24'ê Hezîrana 2018'an de sê cihên pêşîn girtibûn, wan partîyan karîbûn di komîteyên sindoqên li derveyê welat de bibin xwedî endaman.

Lê piştî biryara YSK'ê, nûnerên MHP'ê, ku di hilbijartijna borî de di rêza çaran de bû, wê li şûna HDP'ê di komîteyên sindoqên derve de cîh bigire.

XS
SM
MD
LG