Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YSK Daxwaza Dubarekirina Hilbijartinên Erdexan, Îdir û Hatayê Red Kir


Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) danûstandinên ser îtirazên jibo encamên hilbijartinên herêmî yên 31’ê Adarê yên Tirkîyê didomîne.

YSK daxwazên Partîya Dad û Pêşvebirinê (AKP) yên jibo dubarekirina hilbijartinên Erdexan û Îdirê red kirin.

Li Îdirê berbijarê Partîya Wekhevî û Demokrasî ya Gelan (DEM Partî) bi 46,70 ji sedê dengan bi ser ketibû û berbijarê AKP’ê Ulku Ocal bi 42,23 ji sedê dengan li rêza duyê mabû.

Encamên hilbijartênên herêmî nîşan didin ku li Erdexanê jî berbijarê Partîya Gel ya Komarî (CHP) Faruk Demir bi 45,06 ji sedê bi ser ketiye û berbijarê AKP’ê Yunus Baydar 43,51 ji sedê dengan top kirine.

CHP’ê xwestibû ku dengên hilbijartinên Hatayê jinûve werin hejmartin û hilbijartin jinûve çêbin, lê ew dawaz hatin jî red kirin.

Li Hatayê, ku yek ji bajarên herêma erdhejê ye, berbijarê AKP’ê bi 44,48 ji sedê dengan bi ser ketiye û berbijarê CHP’ê Lutfu Savaş jî 44,05 ji sedê dengan sitandiye.

Jêder: ANKA

XS
SM
MD
LG