Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

YSK Ragihand ku Hejmara Hilbijêrên Tirkîyê 64,1 Mîlyon E


Komîsyona Bilind ya Hilbijartinê (YSK) ya Tirkîyê agahîyên ser hilbijartinên 14’ê Gulanê ragihand.

YSK dîyar kir ku li hejmara hilbijêrên Tirkîyê yên li welêt û li derveyê welêt 64,113,941 e.

Ji hilbijêrên li nav Tirkîyê 30,710,790 jin in û 29,897,053 jî mêr in.

4,904,672 hilbijêr dê cara pêşî herin ser sindoqan.

Ger hilbijartina serokomarîyê bimîne gera duyê 47,523 hilbijêr dê cara pêşî dengên xwe bidin.

Agahîyên YSK’ê nîşan didin ku li gumrukan 4,671 komîsyonên sinqodan hatine çêkirin û li derveyê Tirkîyê 5040 sindoq hatine danîn.

Jêder: YSK

XS
SM
MD
LG