Hevseroka berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag got ku divê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) di hilbijartinên herêmî de li hemî bajaran berbijarên xwe derxe.
Yuksekdag dîyar kir ku li pêş wan rêka rast ji rojhilat heta rojavayê Tirkîyê li hemî bajaran derxistina berbijaran e.
Wê got ku niha jinûve geşkirina HDP’ê û xebatên hilbijartinên herêmî ji niha ve ketine nav hevdu û dîyar kir ku eger ew planên xwe baş bimeşînin ewê ji berê xurttir bibin.
HDP, ku ji lîsta Partîya Çep ya Kesk ketibû hilbijartinên Gulana 2023’an jiber encaman bi rexneyên berfireh re rûbirû maye.
Ser nebûna berbijarê HDP’ê jibo hilbijartinên serokomarîyê, Yuksekdag got ku biryara HDP’ê şaş bû û dîyar kir ku armanca partîyê ji zelalbûn xwe dûr ketiye.
Yuksekdag dîyar kir ku wan xwestiye ku jibo serokomarîyê Gultan Kişanak bibe berbijar, lê ew pêşnîyar nehatiye qebûl kirin.
Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaş jî piştî hilbijartinên Gulanê partîya xwe bi tundî rexne kiribû û gotibû ku ewê ji sîyaseta aktîf vekişe.
Demîrtaş û Yuksekdag ji 2016’an vir ve di girtîgehê de ne.
Jêder: Gazete Duvar