Hevserokê berê yê Partîya Demokratîk ya Gelan (HDP) Fîgen Yuksekdag got ku piştgirîya partîya wê ya jibo berbijarê serokomarîyê Kemal Kiliçdaroglu şaş bû.
Yuksekdag ji Middle East Eye re ser encamên hilbijartinên Tirkîyê yên 2023’an nivîsî.
‘’Ez jî di nav de, sîyasetvanên HDP’ê yên li girtîgehan, me xwest ku em bi lîstekê herin hilbijartinên 2023’yan û me got ku em bi derxistina berbijarê xwe hêza xwe nîşan bidin. Lê, HDP’ê bala xwe neda ser hêz û kanînên xwe û di dawîyê de jî bi awayekî şaş piştgirî da Kiliçdaroglu."
Yuksekdag dîyar kir ku wan xwestiye ku sîyasetvaneke jin ya li girtîgehê bibe berbijar, lê jiber HDP’ê ew daxwaza wan bi ser neketiye.
Hevseroka berê got ku divê HDP niha ser encamên hilbijartinan bifikire.
Hevserokê berê yê HDP’ê Selahattîn Demîrtaj jî di rojên borî de partîya xwe rexne kiribû û gotibû ku ew ji sîyaseta aktîf vedikişe.
Jêder: Gazete Duvar