Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Blinken û Hevjîna Navalny li Konferansa Ewlekarî ya Munîhê Civîn


Wezareta Derve ya Amerîka ragihand ku Wezîrê Derve Antony Blinken îro Înê li Konferansa Ewlekarî ya Munîhê bi Yulia Navalnaya ya hevjîna rêberê opozîsyona Rûsya Alexei Navalny re hevdîtinek kiriye.

Li gor ragihandina Wezaretê, Blinken ji Navalnaya re gotiye ku ger nûçeyên ser mirina Navalny rast bin ew ji wê re sersaxîyê dixwaze.

Wezaret dîyar dike ku Blinken dîyar kiriye ger Navalny miriye berpirsê mirina wî Rûsya ye.

Navalnaya li Konferansa Ewlekarî ya Munîhê got ku ger mirina hevjînê wê Navalny rast be ewê Serokê Rûsya Vladimir Putin û hevkarên wê bê ceza nemînin.

Wê bang li civaka navnetewî kir ku dijî ‘’rejîma xirab’’ ya Rûsya dest bi têkoşînê bikin.

Cîgira Serokê Amerîka Kamala Harris jî dîyar kir ku ew hewil didin mirina Navalny piştrast bikin.

Harris got ku bi awayekî zelal berpirs Rûsya ye û dîyar kir ku ewê piştre ser vê mijarê hin gotinan bikin.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG