Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Tirkîye jiber Venegerandina Leşkeran Gefan li Yunanistanê Dixwe


Leşkerên Tirk ku piştî hewla darbê revîbûn Yunanistanê
Leşkerên Tirk ku piştî hewla darbê revîbûn Yunanistanê

Piştî ku Yunanistanê biryara venegerandina 8 leşkerên Tirk da, Tirkîyê gef li Yunanistan'ê dixwe ku peymana guhertina penaberan betal bike.

Dadgeha Bilind ya Yunanî do Pêncşemê biryar dabû ku 8 leşkerên li dû hewila darbeyê ji Tirkîyê revîyabûn Yunanistanê, radestî Tirkîyê neke. Li ser vê biryarê Wezîrê Karên Derve yên Tirkîyê, Mevlut Çavuşoglu îro Înê bi tundî nerazîbûn nîşan da û dîyar kir ku ewê gavên hewce biavêjin.

''Biryara dadgeha Yunanî ne biryareke hiqûqî ye. Li kîjan qanûnê dinêrin, bila binêrin, tiştekî wiha tune; kes li darbekeran li terorîstan xwedî dernakeve. Yunanistan bi vî awayî bû dewleteke ku piştgirîya darbekar û terorîstan dike,'' Çavşoglu got.

Tirkîye û Yunanîstan di krîza penaberan ya Ewrupa da roleke girîng dilîzin û her du dewletan Peymana Guhertina Penaberan îmza kiriye.

''Bêguman bandora vê biryara dadgehê dê li ser têkilîyên me yên bi Yunanisanê hebe. Betalkirina peymanên me bi wan re îmza kiriye jî di nav de, emê gavên pêdivî bavêjin. Em nikarin bi awayekî erênî li kesên terorîstên xwedî derdikevin binêrin. Divê Yunanistan vê yekê bizanibe,'' Çavuşoglu bi berdewamî got.

Hêjayî bîrxistinê ye ku hikûmeta Tirkîyê, Fetullah Gulen ê, ku ew bi salan e li Amerîka dijî, wek plandanêrê hewila darbeya leşkerî dibîne û leşkerên revîyane jî wek endamên Rêxistina Terorî ya Fetullah Gulen (FETO) bi nav dike.

XS
SM
MD
LG