Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yonanîstan Jiber COVID-19 Xwaringeh û Baran bo Mehekê Digire


Li Yonanîstan pêvajoya vîrusa korona
Li Yonanîstan pêvajoya vîrusa korona

Yunanîstan bi armanca pêşîgirtina zêdebûna bûyerên COVID-19 dê qedexeya derketina derve ya bi şev berfireh bike ji 3'yê Mijdarê ve, xwaringeh û barên li herêmên herî qelebalix yên welat jibo mehekê werin girtin.

Yonanîstanê heya niha ji paranîya welatên Ewrupayê kêmtir bûyerên vîrusa korona yên nû ragihandibû, lê ji serê Cotmehê vir ve her diçe roj bi roj bilindbûna pêketinan tê dîtin.

Xwaringeh, bar, qehwexane, sînema, muzexane û salonên werzîşê yên girtî dê ji vê Sêşemê, 3'yê Mijdarê ve, jibo mehekê li seranserê bakurê Yunanîstan û herêma Attîca, ku paytext Atîna jî di nav de ye, werin girtin.

Qedexeya derketina ya bi şev, heya niha li herêmên ku bûyerên vîrusa korona herî zêde dihat dîtin,hatibû ragihandin, dê ji nîvê şevê heya 5'ê demjimêra serê sibehê li seranserê welêt were berfireh kirin.

“Ev rêgezana li ser du çavkaniyan ku alîkarîya rawestandina belavbûna vîrusê dike, disekine; bûyerên kêfxweşî û şahî û herwiha tevgera mirovan," Serokwezîr Kyriakos Mitsotakis di axaftinek giştî de got.

Serokwezîr ragihand ku ewê karbidest jibo pişesazîyên bandor dibin, tedbîrên piştgiriyê, yên bi nêzîkî 1.5 mîlyar euro dravî dîyar bikin.

Yunanîstanê jibo piştgirîya zarara bandora aborî ya pêla yekem ya vîrusê berê zêdetirî 14 mîlyar Euro drav belab kiribû.

Jêder: Reuters

XS
SM
MD
LG