Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yunanîstan jibo Keşeya Koçberîyê Piştvanîya YE Dixwaze


Penaber û koçberên ji kampa Moria ya wêrankirî li girava Lesbos protesto dikin
Penaber û koçberên ji kampa Moria ya wêrankirî li girava Lesbos protesto dikin

Serokwezîrê Yunanîstanê Kyriakos Mitsotakis îro Sêşemê ragihand ku pêdivî ye Ewrupa di mijara koçberîyê de bi Yunanîstanê re hevkarîyek pratîkî nîşan bide.

"Dem e ku piştgirîya Ewrupa ji peyîvan derbazî çalakîyan bibe û piştvanîyeke berbiçav dîyar bike,” Mitsotakis piştî civînêke bi Serokê Konseya Yekîtîya Ewrupa Charles Michel re got.

Serokwezîr Mitsotakis herwiha da zanîn ku Kampa Moria ya li girava Lesbos ku hefteya borî jiber şewateke hilweşîya êdî di dîrokê de maye û ewê li şûna wê bi pirtir piştgirî û tevlêbûna Yekîtîya Ewrupa dê avahîyeke nû çêkin.

Mitsotakis, herwiha ji serokên rêvebirîyên xwecîhî re got ku pirsgirêka koçberjîyê hewceyî beşdarbûna Ewrupa ye û sîyasetek nû ya penaberîyê pêdivî ye.

Mitsotakis, berî hilcivîna vê mehê de ku alozîyên li Derya Sipî dê were nirxandin, dîyar kir ku heke Tirkîyê provakasyonên li herêmê biqedîne, Atîna amade ye ku bi Enqere re, ser qadên deryayî bi lezgînî dest bi gotûbêjên şêwirmendîyê bike.

XS
SM
MD
LG