Roja Çarşemê Yekêtîya Dadgerên Îdarî yên Yunanistanê gilînameya xwe derbarê biryara hikûmetê ya nehiştina komîta taybet ya cardî vegerîna mafê penabertiyê pêşkeş kir.
Gilînama dadgerên dide zanîn ku biryara hikûmetê dê bibe sedema "bisinor kirina"mafên penaberan.
Ji sedema gehiştina pêlên penaberan bo Yunanê hikûmta Athîna roja Şemiya bûrî hejmarek biryar derbarê mafê penabertîyê ragihandbûn, ji wana zêdekirina çavdêrîya li ser sinoran, û rê nedana wan penaberan yên ku dixwazin bo cara duyê daxwazên xwe pêşkeş bikin ku dosyayên wan di dadgehên pile yek de hatine red kirin.
Hikûmeta Atthina ya bi serokatîya Kyriakos Mitsotakis dibêje armanca wan ji wê biryarê ewe da ku demê qazanc bikin û dosyayên penaberan gelek gîro nebin jiber hejmara zêde ya hatina penaberan.
Lê di daxûyaniya dadgeran de hatîye ku "nebûna demê bo nêrîna li dosyayên penaberan ne ku diyardek girêdayî Yunanistanê tenê ye, ew pirsgirêka hemû Yekêtiya Ewrûpa ye".
Daxûyaniya dadgeran herwiha dide zanîn ku biyara hikûmetê hevdije ligel yasayên mirovahî yên nêvnetewî û yasayên Ewrûpî.
Gelek rêxistinên mafên mirovan jî, biryara hikûmeta Athina rexne kirîye û dibêjin "siyasetek tund li hember koçber û penaberan ji aliyê hikûmeta rastigr ya Athina ve bikar tîne".
Encûmena Yunanî ya Penaberan dîsan bang li hikûmetê dike da ku yasayên mafê penaberîyê û yasayên ewrûpî binpê neke.