Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Nakokîya Yunanistan û Tirkîyê Derbarê Mafên Deryayî Tund Dibe

Dîmenek ji Cîvina lI Civata Ewlekarîye ya NY, 29'ê Cotmeha 2026'an.
Dîmenek ji Cîvina lI Civata Ewlekarîye ya NY, 29'ê Cotmeha 2026'an.

Nakokîya berdewam a di navbera Yunanistan û Tirkîyê de li ser sînorên deryayî, di civîna 29’ê Cotmehê ya Civata Ewlekarî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de gihîşt asteke nû ya alozî û tundbûnê.

Serokwezîrê Yunanistanê Kyriakos Mitsotakis rewabûna peymana deryayî ya Tirkîye û Lîbyayê rexne kir, lê nûnerê Tirkîyê yê li NY Ahmet Yildiz berevanîya peymanê kir û bang li çareserîyê bi rêya danûstandinan kir.

Ev rûbirûbûna dîplomatîk piştî ku parlemana li rojhilatê Lîbyayê di 20’ê Cotmehê de peymana sala 2019an pejirand, pêk hat. Ew parlemana bi salan dijberê peymanê bû.

Peyman di 27’ê Mijdara 2019an de li Stenbolê, di navbera Tirkîyê û Hikûmeta Lihevkirina Niştîmanî (GNA) ya wê demê ya Lîbyayê de hatibû îmzekirin.

Di bingeha nakokîyê de dîyarkirina Qada Aborî ya Taybet (HAT / EEZ) û çavkanîyên enerjiyê yên li herêmê ye. Qada aborî ya taybet jibo lêgerîna gaza xwezayî û masîgirtinê, mafê serwerî yê heta 200 mîlên deryayî dide welatan.

Peyman Deryayî ya di navbera Tirkîyê û Lîbya de, sînorekî deryayî ya bi 33 kîlometreyan - dîyar dike û mafên lêgerîn, karanîna çavkanîyên xwezayî, û mafên masivanîyê di navbera her du welatan de parve dike.

Nexşeya peymana deryayî ya di navbera Tirkîyê û Lîbyayê, li Rojhilatê Derya Spî (CCO, Wikimedia Commons — Future Perfect at Sunrise)
Nexşeya peymana deryayî ya di navbera Tirkîyê û Lîbyayê, li Rojhilatê Derya Spî (CCO, Wikimedia Commons — Future Perfect at Sunrise)

Yunanistan dibêje ku li gor Peymana Neteweyên Yekbûyî ya li ser Hiqûqa Deryayan (UNCLOS), giravên mîna Gîrît, Rodos û Karpathos xwediyê qada aborî ya taybet (heta 200 mîlan) e.

Li gorî Atînayê, jibo van sedeman peyman hebûna giravên Yunanistanê bi temamî tune dihesibîne û sînorê herêma aborî ya Yûnanistanê binpê dike .

Kyriakos Mitsotakis di axaftina xwe ya li Civata Ewlekarîyê de peyman wek binpêkirineke eşkere ya prensîpên bingehîn ên qanûna navneteweyî ya deryayan pênase kir.

"Qaşo Peymana deryayî ya Tirkîyê û Lîbyayê binpêkirina eşkere ya prensîbên bingehîn ên hiqûqa navneteweyî ya deryayê ye, neqanûnî ye, kêfî ye û bi erdnîgarîyê jî nakok e," wî got.

Lê, nûnerê Tirkîyê yê li Nûnerê Tirkîyê Ahmet Yıldız pênaseya Mitsotakis red kir berevanîya peymanê kir.

Yildiz got ku peyman sînorên deryayî di navbera welatên îmzeker de dîyar dike û mafên dewletên ku ne alîyên peymanê ne, dîyar nake.

Wî destnîşan kir ku Civata Ewlekarîyê ne dadgeha sînoran e û nexşeyên herêmî nikarin cihê biryareke dadwerî bigirin.

Nûnerê Tirkîyê, bang li danûstandinên li ser bingeha wekhevî, rêzgirtina hevdu û peywendîyên baş ên cîrantîyê kir.

Di heman civînê de, nûnera Amerîkayê Jennifer Locetta bal kişand ser girîngiya zincîreyên dabînkirinê û binesaziya teknolojîk a pêbawer ji bo bazirganîya deryayî û aramîya aborî.

Berdevkekê wezareta derve jî, di 26ê Cotmehê de ji Dengê Amerîka re di 26ê Cotmehê de peyman wek “ne alîkar e û û provokatîf e,” bi nav kiribû.

Berdevk herwiha bi bîr xistibû ku Yûnanistan û Tirkîye hevbendên NATO ne û bang li wan kiribû ku nakokîyên xwe bi dîyaloga dualî çareser bikin.

Yekitîya Ewrupa, Misir, Qibris û Îsraîl jî dijî peymanê ne û pîştvanîya Yunanîstanê dikin.

Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê (USGS), di nirxandina xwe ya ku di 2021’an de weşandîye de, texmîn dike ku li Rojhilatê Derya Spî nêzî 8.1 trîlyon metrsêca gaza xwezayî û 879 milyon bermîl petrol hene ku hîn nehatine keşifkirin û derxistin.

Lê ev pêzanîn ne texmînên jeolojîk in; ne rezervên piştrastkirî ne û tenê qadên nakok ên di navbera Tirkîye, Lîbya û Yûnanistanê de pêanse nakin.

Hevdem, kompanîyên mezin ên enerjîyê li herêmên weberhaner in. Yunanistanê di Sibata 2026’an de bi kompanîyên Chevron û HELLENiQ ENERGY re peymanên mafên lêgerîn û derxistina petrol û gazê li qadên deryayî yên başûrê Peloponnes û Kirîtê îmze kirin.

This item is part of
XS
SM
MD
LG