Lînkên eksesibilîtî

Breaking News

Yunanistan û Azerbaycan Balyozên Xwe ji Welatên Hevdu Vedikişînin


Azerbaycanê jiber girjîya bi Ermenistanê re balyozê xwe yê li Yunanistanê bi şûnde vekişand.

Wezareta Derve ya Azerbaycanê bi daxuyanîyekê ragihand ku hin hemwelatîyên Ermenî ji Yunanistanê diçin Nagorno - Qarabaxê û di operasyonên leşkerî de cîh digirin.

‘’Me ji Wezareta Derve ya Yunanistanê re da zanîn ku ji Yunanistanê û hin welatên din, hemwelatîyên Ermenî diçin axa Azerbaycanê ya dagirkirî û dikevin operasyonên leşkerî ku me ew agahî ji jêderên eşkere bi dest xistine’’ di daxuyanîyê de hat gotin.

Ermenistan û Yunanistan wan îdiayên Azerbaycanê red dikin.

Rêvebirîya Yunanistanê ser îdiayên Azerbaycanê gotibû ku ‘’bêbingeh û azarde’’ ye û balyozê xwe yê li wî welatî vekişandibû.

XS
SM
MD
LG